dinarattigheter.se

Tu weh kontakt datini

Eger mafên te bên şıkandın berê xwe bıde vır

Ditirsî ku bêy zewicandin?

Eger kesin bidin ser mirov da ku mirov bê dilê xwe bê zewicandin, mesela ji ber lêdanan û tehdîdan, ji ber mecbûrkirinê yan jî ji ber girtîtîya li hundir mirov bikeve rewşeka acil, divê mirov jî numra 112 telefonê polês bike. Eger rewş ne ew qas acil be hingê mirov dikare ji numra 114 14 telefonê polês bike.

Tereddut meke ku tu li alîkarîyê bigerî

Ji derê welêt mirov dikare ji numra +46 77 114 14 telefon bike. Mirov dikare pêwendî bi sosyala li beledîyê ra jî dayne. Gava sosyal bi şevan û di tehtîlan da girtî ye, mirov dikare bi acila sosyalê ra pêwendî dayne. Numra sosyalê û acila sosyalê ji sîteya beledîyê yan jî ji numrên mesela 118 118 yan jî 118 100 yên ji cîyên qeyda numrên telefonan tê peydakirin.

Eger tu ne ewle yî, telefonê acilek bike

Eger mirov nexwaze yekser here polês yan jî sosyalê, mirov dikare bi organîzasyoneka dilxwazan ra yan jî bi xebatkarîyeka pirsên acil ra pêwendî dayne. Ew bi ciwanên ku di rîska zewicandina bê dilê xwe da ne kar dikin û bi tecrube ne. Xebatên wan jibo keçan jî, kuran jî û kesên trans jî hene. Mirov dikare ji organîzasyonê ra maîl bişîne, telefonên wan bike yan jî here seredana wan. Eger mirov nexwaze navê xwe û cîyê mala xwe ji wan ra bêje, ne pêwîst e ku mirov bêje. Organîzasyoneka dilxwazan rê bi mirov nîşan dide û qal dike ku mafên mirov çi ne û polês û sosyal çawa dikarin alîkarîya mirov bikin. Her weha kesên ku li wir kar dikin dikarin bi mirov ra bên polês yan jî sosyalê.

Ji hevalan û ji dibistanê bipirse ku tewsîyên wan çi ne

Mirov dikare bi kesekî ku bawerîya mirov pê heye ra xeber bide û bipirse ku gelo çi tewsîyên wî/wê hene, dikare alîkarîyek bike û eger pêwîst be dikare hin kontaktên dî bide danîn. Mesela mamostayek, hevalek, dê yan bav, kuratorê dibistanê yan jî personelê muayenexana ciwanan. Eger mimkun e mirov dikare hewl bide ku bi dê û bavê xwe ra yan jî xizmên dî ra xeber bide û hîsên xwe bi wan bide famkirin û hewl bide ku wan îqna bike ku nuha ne wextê zewaca te ye.

Sîteya ku tu tê da dikarî pirrtir tişt bixwînî:

Rûpela ji sîteya hukumatê ya pirs û bersîvên derheq zewaca mecbûrî. Ew rûpel bi hemî zimanan heye. DİQET! Li vir bişkoja panîkê tune jibo ku tu bi lez karibî rûpelê bigrî.

Tu dikarî broşureka enformasyonê ya belaş a bi navê “Ez dikarim bi dilê xwe bizewicim?” jî bixwazî. Ew broşur bi gelek zimanan heye. Lînka Ez dikarim bi dilê xwe bizewicim? bitikîne. DİQET! Metneka PDF vedibe. Li vir bişkoja panîkê tune jibo ku tu bi lez karibî ji sîteyê/metnê derkevî.

Kontaktên gırıng

SOS Alarm 112

BRIS 116 111
www.bris.se

Polisen 114 14
www.polisen.se

Rädda Barnen
www.rb.se

Ungdomsmottagningen
www.umo.se

Kvinnofridlinjen 020-50 50 50

Hur kan jag hjälpa?

Vill du vara med och hjälpa utsatta tjejer och killar?

Läs mer om vad du kan göra