dinarattigheter.se

Tu weh kontakt datini

Eger mafên te bên şıkandın berê xwe bıde vır

Mafên te

Mafê te ye ku tu jîyana xwe gora dilê xwe bijî! Heqê kesekî dî tune ku biryar bide ku tu hez ji kî bikî yan jî tu çawa bijî. Mafên te jibo pêwîstîyên te ne, ne jibo pêwîstîyên malbata te, ne jî jibo pêwîstîyên xizmên te ne.

Mafê te ye ku tu bi xwe bibijêrî ku tu dê hez ji kî bikî û bi kî ra, ji kîjan cinsîyetê dibe bila bibe, têkevî têkilîya seksî! Mafê te ye ku heqaret li te neyê kirin û her weha mafê te ye ku tu çawa bixwazî wisa bifikirî, wisa xuya bikî û wisa hîs bikî. Laşê te û seksîyeta te (bi Swêdî: sexualîtet) aîdê te ye û heqê kesek tune ku bê destûra te dest bavêje te.

Umrê te eger ji 18 salan kêmtir be jî, heqê kesên ku ji miqatebûna te berpirsîyar in (ew kes piranî dê û bav in) tune ku biryar bidin ku tu çi hîs bikî û çawa bifikirî, her weha heqê wan tune ku nehêlin ku tu di wextê xwe yê vala da tiştek bikî yan jî biçî cem hevalên xwe.
Dê û bav helbet divê biryar bidin ku zarûk êvaran çi wext bên malê, ku zarûk li malê dersên xwe bixebitin û nehêlin ku zarûk hemî şevan li derve bi her kesek ra bin. Lê mafê hemî ciwanan heye ku di ewletîyê da bin û pêşketî bin. Ew jî bi rîya bawerîyê, hezkirinê, xwendinê, hevalîyê, çûyina sînemayê, çûyina qehwê, leystina bi futbolê, fêrbûna ajnê û tiştên dî yên wisa mimkun e.

Em zanin ku, mixabin heq ji gelek zarûkan ra nayê dayin ku hîsên wan, fikrên wan û jîyana wan bi dilê wan be. Gelek kes dibêjin qey qanûnên ku hene ne jibo wan in yan jî ne jibo malbata wan in. Gelek kes wisa hîs dikin ku, sankî civat wan nabîne û ew di du dinyan da dijîn û quralên ku mirov dê çawa tevgere di wan her du dinyan da ji hev cuda ne. Belkî tu gelek aşiq î û di hemî laşê xwe da wê evînê hîs dikî, lê tu zanî ku tu qet nikarî ji kesek ra bêjî. Belkî tu keçeka ciwan î lê nikarî piştê dibistanê bi hevala xwe ra bî, ji ber ku birayekî wê heye; belkî jî tu fedî dikî, ji ber ku dîya te yan jî bavê te tiştekî xirab ê wek alkolê bi kar tîne. Haya me ji ciwanên wek we heye! Kesên wek me yên ku di organîzasyonan û karbidestîyan da kar dikin gelek in û em bi hev ra hevkarî dikin jibo ku rewşa te biguhere. Quralên ku jibo zarûkan derbas dibin, jibo HEMİ zarûkan derbas dibin. Mala te li kîjan cî dibe bila bibe, li Malmöyê yan li Haparandayê yan jî hetta li welatekî dî, ferq nake.

Ev beşê rûpela webê ya di înternetê da li ser mafên te yên însanî ye. Ew maf di belgeyên enternasyonal da hatine nivîsîn û gelek welat ew belge îmza kirine. Dibe ku zehmet be ku bê fam kirin ku mafên însanan çawa bi hev ve girêdayî ne yan jî qanûnên ku derbas dibin çi ne. Di vê rûpelê da tu dikarî bixwînî ku mafên te çi ne. Her weha tu dikarî ji mamostayek yan jî ji mezinekî dî yê ku bawerîya te pê heye bipirsî.

Kontaktên gırıng

SOS Alarm 112

BRIS 116 111
www.bris.se

Polisen 114 14
www.polisen.se

Rädda Barnen
www.rb.se

Ungdomsmottagningen
www.umo.se

Kvinnofridlinjen 020-50 50 50

Hur kan jag hjälpa?

Vill du vara med och hjälpa utsatta tjejer och killar?

Läs mer om vad du kan göra