Zordestî û şîddeta jibo namûsê çi ye?
Heqê te tune ku tu bi dilê xwe bijî? Tu dê kincên çawa li xwe bikî, bi kî ra hevalî bikî, li dibistanê beşdarê kîjan dersan bibî, bi kî ra bizewicî; ev tişt hemî bi quralên malbata te û xizmên te sînorkirî ne? Tu ji alîyê xizmekî xwe ve di bin çavan da yî? Eger tu li dijê quralên malbatê derkevî malbata te ceza dide te? Ji te ra wisa tê ku qanûnên Swêdî her tim ne jibo te û jîyana te ne?
Kesê ku marûzê yekê ji van tiştan e, dibe ku jibo namûsê di bin zordestî û şîddetê da be. Hemî quralên ku divê bi cî bên anîn belkî ne wek hev bin û cezayên ku tên dayin belkî cuda cuda ne. Divê bê zanîn ku ew zordestî û heqaret ji ber kîjan sebeban dibin bila bibin, jibo şikandina mafên zarûkan û ciwanan mazeret tune! Jîyaneka bê şîddet û bê zordestî mafek e. Tiştê giring ne ew e ku em dibêjin çi ji vî tiştî ra, tiştê giring ew e ku tu yê ku ciwan î divê jîyaneka bê zordestî û bê şîddet bijî, jîyaneka wisa mafê te ye Û tu ji xwe ra yî û pêşedema te ji te ra ye.
Carna dibe ku mirov bifikire bêje belkî ez xelet im – eger xizm hemî wisa difikirin nexû wisa rast e. Ma dibe ku 40 – 50 kes hemî xelet bin?”
Na! Tu ne xelet î, tore û quralên xizmên te yên hevgirtî li dijê qanûnan in û li dijê mafên te yên însanî ne. Qontrola li ser bakîretîya keçan (ku bi kesek ra neketibin têkilîya seksî) di hin kulturan da ji alîyê namûsê ve giring e û namûsa malbatê jî, namûsa xizman jî bi tevgerên seksî yên keçan û jinan ve girêdayî ye. Keçek wextê bizewice divê bakîre be û wek keçeka bi “edeb” hatibe naskirin. Gelek caran gote-gotek jî bes e jibo ku leke bê ser namûsa malbatê – ferq nake ku bi rastî ew tişt bûye yan nebûye, ew gote-got bes e jibo ku ji keçek ra ceza bê dayin. Jibo ku keç û jin bi “edeb” bin, ji alîyê hin ferdên malbatê ve yan ji alîyê hin xizman ve tên qontrolkirin. Ew qontrol dibe ku li ser tiştên jîyana rojê be, mesela sînor li ber keçan bê danîn ku çi tewir kinc li xwe kin û bi kî ra hevalî bikin. Li ser pirsên mezintir jî dibe ku qontrol hebe, mesela ku li ber bijartina xwendinê û zewacê jî sînor bên danîn.
Ji şîddeta ku bi kar tê anîn ra şîddeta muşterek (kollektîv) tê gotin. Yanî ku çend sûcdar hebin (kesên ku mesela li kesek dixin) yan jî çend kes zanibin ku tehdît û şîddet bi kar tên anîn lê ew kes tiştek nekin jibo ku dawî li şîddetê û tehdîdan bê. Quralên jibo awayê tevgeran ên ku hatine danîn divê bi cî bên anîn, eger ew qural bi cî neyên anîn hingê hin cezanin tên dayin.

0 salî 18 salî Azadî û îmkanên jîyanê jibo zarûkên ku BÊ zordestîya namûsê dijîn
0 salî 18 salî Azadî û îmkanên jîyanê jibo zarûkên ku BÎ zordestîya namûsê dijîn
Ayîna li jor nîşan dide ku keçên malbatên ku giringî didin pirsa namûsê, wextê mezin dibin îmkanên jîyanê ji wan ra teng dibin. Wextê keçek tê dema balixîyê, jibo ku seksîyeta’y di binê qontrolê da be, jîyana’y pirrtir tê sînorkirin.
Ku zordestîya jibo namûsê mafên mirov bide winda kirin, hingê dibe ku…..
- Mirov nekare kincên gora dilê xwe li xwe ke – yan jî mirov mecbûr be hin kincên bê dilê xwe li xwe ke
- Mirov nekare li derve be
- Mirov nekare bi hevalên xwe ra be
- Mirov nekare bi dilê xwe bizewice
- Mirov nekare li ser laşê xwe, jîyana xwe yan jî seksîyeta xwe biryar bide
- Mirov her tim di bin çavan da be û di bin qontrolê da be
- Mirov nekare xwendina xwe dom bike yan jî tenê li cîyê ku malbat lê ye karibe bixwîne
- Mirov di binê huqmê kesên ji malbatê yan jî xizman da be û selehîyeta wan kesan ji selehîyeta mirov pirrtir be
Law û namûs
Gerçi azadî û mafên lawên ciwan ji yên keçan pirrtir in, lê ew jî mecbûr in gora namûsê bifikirin. Carna mecbûr dimînin ku bê daxwaza xwe xuşkên xwe, kusînên xwe û dayikên xwe qontrol bikin û ceza bidin wan. Law jî carna bi zorê tên zewicandin, malbata wan û xizmên wan biryar didin ku bi kî ra bizewicin. Eger ne heteroseksuel bin, ew jî dibe ku tecrît bên kirin yan jî şîddet bibînin. Eger tu bixwazî tu dikarî li vir li ser namûsê û homoseksuelîyê pirrtir bixwînî. Bişkoja panîkê heye, tu tavil dikarî ji sîteyê derkevî.