Pirs û bersîv

Dê û bavê min nahêlin ku ez di hin dersan da di sinifê da bim, ez çi bikim?
Xwendina di dibistana bingehî da li Swêdê mecbûrî ye. Loma jî bê sebebên qebûlkirî (bi Swêdî: gîltîga skäl) heqê te tune ku tu neçî xwendinê. Her weha mafê te ye ku tu bixwînî û mafê te ye ku tu hemî dersên ku di dibistanê da tên dayin bixwînî. Bi mamostê xwe ra bipeyive û problema xwe jê ra bêje da ku mamoste yan jî îdara dibistanê bikarin alîkarîya te bikin, bi dê û bavê te bidin famkirin ku tu ji alîyek ve mecbûr î di hemî dersan da hazir bî, ji alîyekî dî ve jî mafê te ye ku tu hemî dersên ku tên dayin bixwînî.
Dê bi malbata min çi bibe?
Mafê te û malbata te tev heye ku alîkarî û desteka ku ji we ra pêwîst e, bê dayin. Sosyal dikare bi malbata te ra li ser tiştê ku qewimîye bipeyive, eger malbata te bixwaze.
Tê dîtin ku ez bakîre me?
Na, ne ji te û ne jî ji lebatê te yê cinsî tê dîtin ku tu bakîre yî yan na. Bakîretî bi tiştê ku jê ra hatîye gotin “zarê keçîtîyê”ve tê girêdan. Tiştekî wisa tune. Tiştê ku heye piçek zarê îfrazatê ye ku çiqrandî ye û di ber û berê qeraxê vebûna vajînayê da cî digre û jê ra tê gotin çeleka vajînayê. Çeleka vajînayê ya hemî jinan ne wek hev e, û ji ya te jî xuya nake ku tu bakîre yî yan na. Dibe ku di razana pêşîn a seksî da ji keçek qet xwîn jî neyê. Heqîqet ew e ku ji ji sedî 70’yên keçan di razana wan a pêşîn a seksî da qet xwîn NAYÊ. Yanî normaltir e ku xwîn neyê.
Destûra zewacê ji kesên 18 salan biçûktir ra heye?
Jibo ku mirov bikare bizewice divê mirov 18 salên xwe dagirtibe. Kesên ku 18 salên xwe danegirtine jî, eger hin sebebên taybetî hebin, dikarin bizewicin. Divê mirov li îdara wîlayetê (bi Swêdî: Länsstyrelsen) muraceet bike jibo ku destûr bistîne. LÊ kesê ku dê bizewice gere bi daxwaza xwe bizewice, umrê wî çend sal dibe bila bibe. Tu bi xwe biryar didî ku tu dê bizewicî yan na, kesekî dî biryara zewaca te nade.
Ez dikarim gilîyeka ku min li bal polês kirîye paş ve bikşînim?
Na, eger te gilîyek kirîye, polês mecbûr e tehqîqat bike. Lê kirina tehqîqatê ya polês nayê wê manê ku dê doz jî bê vekirin. Eger delîl ne bes bin û neyê îspatkirin ku kesek sûcek kirîye, hingê tehqîqat tê girtin. Yanî doz nakeve mehkemê.
Eger ez ji cem malbata xwe derkevim, ez dê çawa pere peyda bikim?
Eger tu ji 18 salan biçûktir î û nikarî êdî li cem malbata xwe bimînî, tu dê biçî cem malbateka dî ku jê ra bi Swêdî tê gotin “famîljehem” yanî mala malbatek. Hemî tiştê ku ji te ra pêwîst e, ew divê bidin te, xwarin, kinc û perê xerckirinê. Eger te 18 salên xwe dagirtine, tu dikarî li bal sosyalê muraceeta alîkarîya abûrî (bi Swêdî: försörjnîngsstöd) bikî.
Eger ez ji cem malbata xwe derkevim, ez dê herim kêderê?
Eger tu mecbûr bî ji cem malbata xwe derkevî, tu dikarî bêjî ku tu dixwazî herî kîjan bajar, lê belkî ne mimkun be ku tu herî wî bajarî. Eger tu mecbûr bî li cem malbateka dî bimînî, divê li wî bajarî malbateka jibo te hebe.
Eger ez ji cem malbata xwe derkevim, ez dikarim dîsa wan bibînim?
Em zanin ku bi hin kesan gelek xweş e ku ji cem malbata xwe derkevin, lê hin kesên dî jî bêrîya malbata xwe dikin. Despêkê baş e ku piçek sakinî û huzûr hebe. Eger te bivê tu yekê ji malbata xwe bibînî, divê bi awayekî ewle be. Her tim ne mimkun e ku di wextê ku tu dixwazî da malbatê bibînî, divê bê zanîn ku rewş çawa ye. Sosyal dikare alîkarî bike da ku îmkan hebe tu malbata xwe bibînî û tu xwe di ewletîyê da his bikî. Belkî tu bixwazî hevalek bi xwe ra bibî yan jî xebatkarek ji acileka jinan. Eger tu qet naxwazî êdî malbata xwe bibînî, tu ne mecbûr î wan bibînî.