Acilên keçan û jinan

Keç û jin eger bixwazin bi kesek ra xeber bidin, dikarin biçin acilên keçan (tjejjourer). Adresa maîlê ya hemî acilên keçan hene, her weha chatt û numra telefona piranîya acilên keçan hene û tu dikarî li wan bigerî.

Mirov li bal acilên keçan dikare nenas be û kesên ku li wir bi mirov ra xeber didin mecbûr in sir veşêrin. Yanî tiştê ku li wir tê gotin ji wir dernakeve û ji kesekî dî ra nayê qalkirin. Acilên keçan ne meqamên resmî ne û ne mecbûr in gilî bikin. Loma jî mirov bi rehetî dikare pêşî li acileka keçan hîsên xwe û fikrên xwe bêje, bê ku bitirse ku kesek dê gilî bike. Acilên keçan ne li hemî bajaran lê li gelek bajaran hene. Ne şert e ku tu îlla bi acileka keçan a li bajarê xwe ra xeber bidî. Tu dikarî di www.tjejjouren.se da navên acilên keçan bibînî.

Acilên jinan jî wek acilên keçan in û mirov dikare bi wan ra jî xeber bide, lê derfetên acilên jinan ên dayina hêwirên parastî jî hene, jinên ku mecbûr dimînin hevalê xwe yê jîyanê yan jî malbata xwe berdin, dikarin li wir veşartî bin. Acilên jinan jî û acilên keçan jî bi polês û civakê ra di pêwendîyên baş da ne û eger pêwîst be dizanin ku mirov divê bi kîjan ji wan ra xeber bide

 

Kontaktên gırıng

SOS Alarm

112

www.sosalarm.se

BRIS

116 111

www.bris.se

Polisen

114 14

www.polisen.se

Rädda barnen

www.rb.se

Ungdomsmottagningen

www.umo.se

Kvinnofridlinjen

020-50 50 50

Tjejjouren

www.tjejjouren.se

Kvinnojouren

www.kvinnojouren.se