Keç û kurên ji 18 salan biçûktir

Eger tu keç î û ji 18 salan biçûktir î, tu dikarî berê xwe bidî acila keçan yan jî acila jinan a li beledîya xwe. Acileka jinan hema hema di her beledîyê da heye û di piranîya beledîyan da acileka keçan jî heye. Tu dikarî bi acila keçan ra yan jî bi acila jinan ra pêwendîyeka nenas daynî, her weha gelek caran tu dikarî belaş telefonê wan bikî û di fatura mafê telefonê da xuya nake ku te telefonê wan kirîye.

Maîl û chatt ên gelek acilên keçan hene û tu dikarî bi wan ra nenas xeber bidî, kesek te mecbûr nake ku tu gilî bikî yan jî bi awayekî dî teref bigrî. Acilên jinan jî û acilên keçan jî bi polês û civakê ra di pêwendîyên baş da ne û eger pêwîst be dizanin ku mirov divê bi kîjan ji wan ra xeber bide.

Eger tu kur î û ji 18 salan biçûktir î, tu dikarî bi acileka mêran (mansjour) yan jî bi acileka kuran (kîlljour) ra pêwendî daynî. Tu dikarî nenas telefonê acileka mêran yan jî acileka kuran bikî û ji xebatkarek ra problemên xwe bêjî û ew kes dê guhdarîya te bike. Tu dikarî bi rîya înternetê jî bi yekê ra pêwendî daynî û ragehandin û alîkarî bi destê xwe xî. www.killfragor.se yan jî www.umo.se

Karbidestîyên resmî, mijara polês yan jî civak, pê bihesin ku sûc li dijê kesek tê kirin yan jî kesekî ji 18 salan biçûktir bi tewirek tê êşandin, mecbûr in gilî bikin.

Kirina gilîyê dibe ku ji mirov ra wek avêtina gaveka gelek mezin xuya bike. Eger tu bi kesek ra nenas xeber bidî yan jî ew kesê ku tu pê ra xeber bidî ne mecbûr be gilî bike, hingê belkî tu xwe rehettir hîs bikî, mijara acileka keçan / jinan yan jî killfragor.se. Bi wî awayî tu karî bi serekî sakin bifikirî û hin fikrên xwe biceribînî.

Her kes dikare bi navenda xizmetvanîya civakê ( socîaltjänsten) ra pêwendî dayne. Rîya rehettirîn ew e ku tu telefonê santrala beledîyê bikî û pirsa socîaltjänstens mottagnîngsenhet bikî. Tu dê ji wan ra problema xwe bêjî û li cem asîstanek, ku ji ciwanan ra hêwirên parastî peyda dike, wext veqetînî. Ferq nake tu çend salî yî û cinsîyeta te çi ye, civak mecbûr e alîkarîya te bike. Seqetîyeka te jî hebe, divê alîkarîya te bê kirin. Eger seqetîyeka te heye, derketina ji malê ji te ra zehmettir e û her weha zehmettir e ku hêwireka nû ya li gora te bê peydakirin. Lê mafên te jî bi qasê mafên kesên dî ne û civak mecbûr e alîkarîya te bike. Eger tu mecbûr bî ku pirr ecele ji mala xwe derkevî, civak dikare ji te ra maleka acil peyda bike. Yanî tu dê herî cem malbateka dî, malbateka wisa ku ji alîyê civakê ve hatîye kontrolkirin û wek malbateka baş hatîye dîtin. Dibe ku li wê malê ciwanên dî jî hebin û ew mal vîlla be yan jî dayre be (lägenhet). Di eynê wextê da jî civak li problemên ku navber te û malbata te da hene dinêre jibo ku zanibe gelo ew problem dê safî bibin û tu dê karibî vegerî mala xwe. Eger ew problem safî nebin, eger malbata te li dijê te şîddet bi kar tîne yan jî êrîşê te dike, hingê tu dê li cem malbateka dî bijî, heta ku mezin bibî û karibî bi serê xwe bimînî. Ji maleka/malbateka wisa ra bi Swêdî “famîljehem” tê gotin.

 

Kontaktên gırıng

SOS Alarm

112

www.sosalarm.se

BRIS

116 111

www.bris.se

Polisen

114 14

www.polisen.se

Rädda barnen

www.rb.se

Ungdomsmottagningen

www.umo.se

Kvinnofridlinjen

020-50 50 50

Tjejjouren

www.tjejjouren.se

Kvinnojouren

www.kvinnojouren.se