Keç û kurên ji 18 salan mestir

Eger temenê te ji 18 salan mestir e, tu dikarî bi xwe biryar bidî ku tu dê li kêderê rûnî û tu dikarî di mala xwe da tenê bijî. Lê tu tenê jî bijî, dibe ku tu mecbûr bî mala xwe bar bikî û ji ber destê malbata xwe yan jî kesekî dî birevî, ji ber ku hingê mayina li wê malê ji te ra talûke ye.

Di rewşeka wisa da navenda xizmetvanîya civakê alîkarîya te dike jibo ku tu herî cîyekî demkî ê parastî. Rîya rehettirîn a jibo girtina vê alîkarîyê ew e ku tu telefonê santrala beledîyê bikî û pirsa socîaltjänstens mottagnîngsenhet bikî. Li hin beledîyan cîyê azadîya jinan (kvînnofrîdsmottagnîg) heye û mirov dikare here wir yan jî here acileka jinan. Eger acileka jinan hebe tu dikarî bi xwe yekser bi wan ra pêwendî daynî, bê ku ji civakê ra bêjî. Acilên jinan hema hema di hemî beledîyan da hene û komele ne, ji alîyê jinan ve jibo ku ji jinên dî ra bibin destek û alîkar hatine danîn. Hêwirên parastî yên acilên jinan jibo jinên ku hewcê alîkarîyê ne hene û piranîya wan hêwiran li adresên veşartî ne. Ew cî veşartî ne tevî ku lê dîsan jî carna dibe ku mirov mecbûr be here acileka jinan a li bajarekî dî jibo ku baş parastî be. Personelên ku di acilên jinan da kar dikin bi tecribe ne û alîkarîya keç û jinên bindest dikin. Jinên dî yên ku li wir dimînin jî belkî di eynê zehmetîyan ra derbas bûne. Ne tenê xeberdana bi personel ra, belkî xeberdana bi wan jinan ra jî bibe alîkarî. Her weha dê alîkarîya te bê kirin jibo ku tu ji xwe ra hêwireka jibo wextêkî dirêj bibînî.

Eger tu kur î û ji 18 salan mestir î, jibo ku herî hêwireka parastî ya demkî tu dikarî ji civakê alîkarî bigrî. Rîya rehettirîn a jibo girtina vê alîkarîyê ew e ku tu telefonê santrala beledîyê bikî û pirsa socîaltjänstens mottagnîngsenhet bikî. Wextê tu telefonê wan bikî tu dikarî nenas bî û pirs û fikrên xwe ji wan ra bêjî. Acileka qurbanên sûc jî bersîvên pirsên mirov didin. Kurên ku di şîddeta ji ber namûsê da ne, nuha êdî hêwirên parastî jibo wan jî hene. Cîyên wisa eger li beledîya te tune be jî, civaka beledîya te mecbûr e ku alîkarîya te bike. Dibe ku daîrên jibo rewşên acil ên civakê bi xwe hebin yan jî di qonax yan otelê da cî peyda bikin jibo ku problem safî bibe.

 

Kontaktên gırıng

SOS Alarm

112

www.sosalarm.se

BRIS

116 111

www.bris.se

Polisen

114 14

www.polisen.se

Rädda barnen

www.rb.se

Ungdomsmottagningen

www.umo.se

Kvinnofridlinjen

020-50 50 50

Tjejjouren

www.tjejjouren.se

Kvinnojouren

www.kvinnojouren.se