Söker du efter lokal kontakt?

Tu dikarî weha pêwendî daynî

Eger mafên min bên şikandin, ez berê xwe bidim kêderê?

Gelo rewşeka acil e? Ji numra 112 telefonê polês bike!

Ji bil mercîyên destek û alîkarîyê yên ku li jêr hatine nivîsîn, berpirsîyarîya her beledîyek jî heye ku destek û alîkarî bide kesên ku li metirsîya şîddetê bûne. Loma jî tu dikarî di beledîya xwe da bi polês (polîsen) ra, bi soyalê (socîaltjänsten) ra yan jî bi hemşîra dibistanê ra yan jî bi kuratorê (şêwirdarê) dibistanê ra pêwendî daynî.

Di hin malperên ku li jêr hatine nivîsîn da bişkoja acîl tune jibo ku mirov bi lez bikare malperê bigre

Maf û dadên zarokan di civakê da (BRİS)

Maf û dadên zarokan di civakê da (BRİS) rêxistinek e jibo zarokên ku rewşa wan xirab e û jibo pêwîstîyên wan zarokan dixebite. Eger temenê te biçûk e, heta tu 18 salên xwe dagirî tu dikarî nenas telefonê BRİSê bikî û bi hin kesên mezin ra bipeyivî. Di fatura telefona te da qet xuya nake ku te telefonê Telefona Alîkarîya Zarokan (Barnens Hjälptelefon) kirîye û BRİS mesrefê dide. Hemî mezinên ku di Telefona Alîkarîya Zarokan da kar dikin sondxwarî ne, tiştên ku ji wan ra tê gotin ji kesên dî ra nabêjin.
Telefona Alîkarîya Zarokan: 116 111 Malper: www.bris.se

Acila jinan û keçan

T Tu dikarî nenas telefonê acila jinan û keçan bikî. Hemî jinên ku di wan acilan da kar dikin sondxwarî ne, tiştên ku ji wan ra tê gotin ji kesên dî ra nabêjin.
Malperên ku hene: Federasyona acilên jinan ên Swêdê (Sverîges kvînnojourers rîksförbund): www.kvinnojour.com

Federasyona acilên jinan û keçan li Swêdê (Rîksorganîsatîonen för kvînnojourer och tjejjourer î Sverîge): www.roks.se

Acilên keçan (tjejjourer): www.tjejjouren.se

UMO, kilînîka Internetîya ciwanan

UMO kilînîka netewî ya serxet e taybet bi kesên 13 heta 25 salî. Mebesta rêxistina ev malperê, dabîn kirina agahîyên sûdmend, bidem û nirxdar liser cinsîyet, saxlemî û têkilîya ji bo ciwanan re ye.

Malper: www.umo.se

Navenda pejirandia Lînna (Lînna-mottagnîngen)

Ravêjxaneya Lînna, ji ciwanên navber 13 û 25 salî yên ku jibo namûsê bindestî, tehdît yan jî şîddet dibînin ra vekirî ye.

Telefona acil: 020 – 40 70 40

www.kvinnonet.net

Elêktra (Elektra)

Elêktra, rêxistineke ku alîkarî dide ji keç û kurê ku bûne qûrbanîyê şidet û lêxistinê namûsî. Bi rêya telefon û emailê hûn dikarin alîkarîyê  Elêktrayê bidest bînin. Hem keç û hem kur dikarin pêwendîyê bigrin.

malper: Elektra

RFSL

RFSL Rådgîvnîngen Skåne (Şêwirdarîya Skåne)yê destek û alîkarî dide kesê ku ji ber meyla xwe ya seksî şîddeta jibo pirsa namûsê dibîne. Telefona wan a acilê heye û di nêzîk da dê xurûba alîkarîyê (stödgrupp) jî dest bi xebata xwe bike.

Malper: www.heder.nu

HBT & Heder

RFSL Ungdom û ALMAeuropa pilanek hevpar bi navê  ” Hbt & heder”  bi armanca alîkarîdan ji ciwanê LGBTê re ku bûne qurbanîyê şideta namûsî birêve diben. Ev pilane xwedî malperek internetîye û bi rêya gotûbêja serxet û posteya elekteronîkî alîkarîyê xwe pêşkêş dike

malper: hbtheder.se

Rädda Barnen (parastina zarokan)

Rädda Barnen rêxistineke ku bi bêtir kirina qonaxa agahîyê giştî û parastina zarokên ber metirsîyê, ji mafê zarokan diparêze.  Rädda Barnen malperek heye bi navê Dina Rättigheter. Dina Rättigheter ê herwiha  msnjourek heye bi nîşanîya, msn@dinarattigheter.se/wp-2016 û emailek bi nîşanîya : dinarattigheter@rb.se. Li vir hûn diakrin demên berdest bûna gotûbêjên serxet bibînin.

Navenda Rädda Barnens taybet ji wan zarok û xortane ku ber metirsîya zirarrê dane.

Rädda Barnens navendek  taybet e ji wan zarok û xortan re ku ber metirsîya zirarrê dane. Zanyarîyê bêtir dikarin di vir de bixwînî. Eger hûn dixwazin pêwendîya wan biken divê ku hûn gel Rädda Barnens pêwendî bigrin: 08-698 90 00. Zanyarîyê bêtirli ser xebatên Rädda Barnens di nîşanîya www.raddabarnen.se da bidest bînin.

Komela ciwanan a Xaçê Sor (Röda Korsets ungdomsförbund)

Komela ciwanan a Xaçê Sor xebata bi navê Hevalê Nobedar (Jourhavande Kompîs) dike û ew xebat yekser jibo ewletîya zarokan û ciwanan e. Ku pêwîst be, tu dikarî bi telefona wan a acil bi kesek ra nenas bipeyivî. Kesên ku bersîv didin ciwan in û ji % 100 sondxwarî ne, yanî tiştên ku ji wan ra tê gotin ji kesên dî ra nabêjin. Hevalê Nobedar: 020-222 444

Malper: www.rkuf.se

Acila xuşkan: Somaya

Acila xuşkan a bi navê Somaya, acileka jinan e ku bi tecrube ye û zêdê deh salan e ku pirranî bi jinên biyanî ra û bi jinên ji welatên musulman ra dixebite. Bi telefona acil ku ji seet 9’an heta 16’an vekirîye, ravêj, destek û alîkarî didin û her weha ji mirov ra dibêjin ku mirov çawa bi xwe alîkarîya xwe bike. Sê hêwirên wan ên parastî hene û yek ji wan bi taybetî jibo jinên wisa ye ku problemên wan ên pirsa namûsê hene. Jimara zimanên ku xebatkarên wan zanin ji 30’yî derbas dibe. Numra telefonê: 020 – 81 82 83 Malper www.somaya.se

Civata Ji nû Bifikire!

Tänk om! komeleka dilxwazan e ku 2009’an da hatîye danîn û bi kesên wisa ra kar dike ku ji ber namûsê bindestî û şîddet dîtine. Karê komelê ew e ku, ew kes tedawî bibînin û her weha zanîn û ragehandin belav bibe û li ser hin pirsan gengeşe bê kirin. Tänk om! komela pêşîn e ku bi taybetî li ser pirsên şîddeta ji ber namûse – bikar anîna alkolê / narkotîkayê – sûcdarîyê (krîmînalîtet) – zîyana ku hin mirov digîhînin xwe (självdestruktîvîtet) disekine û dixwaze zelal bike ku gelo ev pirs bi hev ve girêdayî ne.

Di malpera www.tankom.net da bêtir bixwîne yan jî bi wan ra ji vê numerê pêwendî dayne: 0736-98 23 82

Xeta telefonê ya neteweyî ya asayîya jinan (Natîonella kvînnofrîdslînjen)

Ev, xeteka telefonê ya neteweyî ye û 24 seet, şev û roj, jibo destek û alîkarîyê vekirîye. Tu dikarî belaş û nenas telefon bikî. Alîkarîya bi zimanên dî jî mimkun e. Her weha tu dikarî malpera wan bixwînî bê ku xuya bike ku te xwendîye. Telefona wan a acil: 020- 50 50 50

Malper: www.kvinnofridslinjen.se

Telefona alîkarîyê ya li dijê şîddeta ji ber namûsê

Ravêj û alîkarî bi telefonê ji kesên wisa ra ku divên li ser şîddet, tehdît û kontrola ku bi navê namûsê tê kirin bipeyivin.Telefon ji her kesî ra vekirî ye – kesên marûz, xizm, heval û kesên dî yên ku bixwazin ji xebatkarên xwedîyê tecrubên dirêj pirsan bipirsin. Berpirsîyarê telefona alîkarîyê Grynîng Vård e.

Ji numra 020-25 85 85 rojên kar ji saet 14.00’an heta 18.00’an telefon bike

Mina Råd&Stöd (rabêj û alîkarîya min)

Mina Råd&Stöd taybet ji wan kesan re ye ku dixwazin liser şidet, metirsî û astengîyên namûsîyê biaxivin. Giş kes wek kesên berzirrar û xizm û hevalên wan jî dikarin pêwendîyê bigrin. Girtina pêwendîyê ji were bêlaş e û hûn dikarin bi nenasî pêwendî bigrin. Mina Råd&Stöd di berçavê GryningVårdê da xebat dike.

Hejmara telefonê: 020-2585 85

Demjimêrk 9ê sibê heta 4ê êvarê

Malper: www.mina-rs.se

 

Rêxistina Netewî ya GAPF – Glöm aldrig Pela och Fadime

Glöm aldrig Pela och Fadime, rêxistinek bê-qazance ku di mijara pevcûn dij bi şideta namûsî da dixebite. Ev rêxistine alîkarîyê dide jin û mêrê ku bi tene yan ji ne tenê bûne qûrbanîyê şideta namûsî.  Eger hûn yan xizên we di metirsîya  zordestî û şideta namûsî dane yan li metirsîya zewaca mecbûrî dane,  mijarê gel GAPFê parvekin û daxwaza alîkarîyê biken. Biakranîna ev xizmetane bêlaşe û agahîyên we tê nehînî bimînin.

Telefon  (navend): 08-711 60 32 Telefon (destî): 070-441 10 75

E-mail: kontakt@gapf.se
Malper: www.gapf.se

1000 Möjligheter

1000 Möjligheter, rêxistinek bê-qazance ku bi armanca alîkarî dan ji jinan re û alîkarî dan ji sazbûna civakeke hevpar ji hêla cinsî da hatîye ava kirin.  Di bawera rêxistina 1000 Möjligheter ê da rêya herî baş bû ava kirina civakek  hevpar ji hêla cinsî da, alîkarî dan ji keç û kur û kesên nêrûmêro (du- cinsî) ra ye hem bi tenê û hem bi hevparî. 1000 Möjligheter bi cîbecî kirina pilanên pêşgir û parastinê ji bo ava kirina  civakek  hevpar ji hêla cinsî da dixebitin. We pêdivî heye ku hûn gel kesekê biaxiwin? Emê bidilgermî ji were rabêj pêşkêş biken! Dikarin li ser her mijarekê çi giring çi biçûk gel me bipeyivîn. Em amadene bo alîkarî dan ji we û hemî xortan re ku pirsgirêkê we çareser bibin. Zanyarîyê we tê nehînî bimînin. Pê bikaranîna hêjayîya gotûbêja serxet ya ev malperê hûn dikarin ji demjimêr 19 ê heta 21ê hemî Duşema û ji demjimêr 18ê heta 20ê giş Îna pêwendîya me biken . herwisa diakrin serdanî malpera me biken

malper: www.1000mojligheter.se

Killfrågor

Killfrågor malperek e ku xortên 10 heta 18 salî dikarin di vê malperê da ji hevalên xwe yê Internetî (daxwazkerên mezin sal yê perwerdebûyî)re nameya bişînin yan li gel wan liser daxwazên xwe yê biçûk û mezin bipeyivîn. Yek ji armancên rêxistina Killfrågorê eve ku kur, wek keçan, dixwazin bizanin ku di civakê da çawa derkevin berçavan.

Armanca me, rêxistina cihekê ye ji bo axavtina ciwanan liser hesta gehîştinî bûnê û derketina ciwanan di gorrepanên xebatên civakî re.

malper: www.killfragor.se

 

Kontaktên gırıng

SOS Alarm

112

www.sosalarm.se

BRIS

116 111

www.bris.se

Polisen

114 14

www.polisen.se

Rädda barnen

www.rb.se

Ungdomsmottagningen

www.umo.se

Kvinnofridlinjen

020-50 50 50

Tjejjouren

www.tjejjouren.se

Kvinnojouren

www.kvinnojouren.se