Peymana mafên zarokan

Peymana mafên zarokan çi dibêje?

Peymanea Neteweyên Yekbûyî a jibo mafên zarokan heye ku jê ra Peymana mafên zarokan (Barnkonventîonen) tê gotin. Ew peyman dibêje ku mafên zarokan jibo hemî zarokên li hemî welatan in û divê ku hukumeta her welatek her zarokekî wî welatî biparêze û berpirsîyar be ku mafên her zarokek bê dayin.

Swêdê soz daye hemî welatên dî yên ku peymanê îmza kirine ku maddeyên ku di Peymana mafên zarokan da hatine nivîsîn bi cî bîne û her weha zagonên Swêdî jî li gora astengîyên Peymana mafên zarokan be; ev jî tê wê maneyê ku me wê peymanê tesdîq kirîye. Li bajarê Cenevrê komîteyeka mafên zarokan heye û hemî welatên ku wê peymanê îmza kirine mecbûr in rapor bidin wê komîtê û bidin zanîn ku Peymana mafên zarokan çawa bi cî tînin. Komîta mafên zarokan dikare welatên ku peymanê bi cî naynin rexne bike.

Madde 2 – Ne cudakarî

Mafên hemî zarokan û rûmeta hemî zarokan wek hev in. Li Swêdê hemî kesên ku temenê wan hêj ne 18 ye zarok tên hesibandin, loma jî ev madde hem jibo zarokan e hem jî jibo ciwanan e. Rengê te çi dibe bila bibe, tu bi kîjan xweda bawer dikî bike, tu xizanî yan dewlemend î, tu dikarî bimeşî yan nikarî; ferq nake. Nabe ku kiryara ku kesek dibîne ji kiryara ku kesên dî dibînin xirabtir be! Cudakarî (dîskrîmînerîng) ew e ku kesek wek her kesên dî nê muamele kirin, lê xirabtir bê muamele kirin. Perpirsîyarîya hukumetê (dewletê) ye ku yek zarokek jî li metirsîya cudakarîyê nebe. Cudakarî mijara ew e ku mafê zarokek tunebe ku here dibistanê; nabe ku yek zarokek jî cudakarî bibîne û ji çûyina dibistanê mehrûm bê hîştin. Divê berpirsîyarên dibistanan wisa bikin ku hemî şagird di hemî dersan da beşdar bin, di dersên derheq seksê da jî û di dersên fêrbûna ajnê da jî; her weha di kirina praktîka kar da jî (Prao).

Madde 3 – Tercîha pêşîn ew e ku tu di rewşa baştirîn da bî

Mezinên ku li ser te biryar didin divê bifikirin ku ji te ra çi baş e û ew biryar çawa bandor li te dike. Mafê te ye ku ewletî û parastina ku ji te ra pêwîst e bê dayin.

Madde 3 dibêje ku, rewşa baştirîn a jibo zarokek tercîha pêşîn e. Her tim ne mimkun be ku her tişt bi dilê te be jî, dîsan jî divê kesên ku biryar didin gere fikirîbin ku a baştirîn jibo te çi ye, ne ku bêjin bila gora daxwaza mamostayên te be yan jî bila bi dilê dê û bavê te be. Her weha sîyasetkar jî wextê biryarên wisa didin ku bandor li ser gelek zarokan dikin, divê bifikirin ku jibo zarokan çawa baştir e.

Madde 6 – Mafê jîyanê, mezinbûnê û pêşveçûnê

Yanî mafê te ye ku tu bijî û mezin bibî û Swêd divê her tiştî bike jibo ku tu zarokîyeka baş derbas bikî. Mafê te ye ku tu di ewletîyê da bî, xwarin bixwî, karibî bileyzî, biçî dibistanê û ji te bê hezkirin. Jibo pêşveçûna te ev tişt hemî pêwîst in. Mezinbûna bedenî tenê ne bes e, divê tu tiştên nû jî fêr bibî û bi xwe bifikirî.

Mafê te ye ku…..

  • Tu gîtên (utmanîngar) nû biceribînî û tiştên nû fêr bibî.
  • Pêjnên te (hîsên te) yên te bin. Divê mafê te hebe ku tu çawa bixwazî wisa hîs bikî, wisa bifikirî û wisa bawer bikî.
  • Tu biçî dibistanê. Dibistana pêşîn (grundskolan) mecbûrî ye û eger tu bixwazî mafê te heye ku tu biçî lîsê jî.
  • Ku tu di dersên xwe da alîkarî û teşwîq bibînî. Divê li malê maf ji te ra hebe ku tu wext bidî çêkirina dersên xwe.
  • Tu ji alîyê malbata xwe ve nêyî kontrolkirin.
  • Tu nêyî mecbûrkirin ku xuşk û birayên xwe yan jî kûrmamê xwe kontrol bikî, mafê te ye ku mijûlîyên te bi daxwaza te bin û tu bi hemdê xwe pêş kevî.

Madde 12 – Mafê te ye ku tu bîr û bawerîyên xwe bibêjî

Mafê te heye ku tu derheq hemî pirsên ku li ser te ne, dîtin û fikrên xwe bidî zanîn. Mezin divê guhdarîya te bikin û fikrên te bînin hesabê. Wextê karbidestîyek yan dadgehk pirseka derheq te digre dest yan jî li ser wê pirsê biryarek dide, divê mafê te hebe ku tu daxwaza xwe bibêjî.

Madde 13-14

Ev her du madde nêzê madda 12’an in û azadîya te ya fikir û peyvînê didin zanîn. Ev tê wê manê ku mafê te heye ku tu bi rîya lêgerînan ragehandinên nû û fikrên nû bi destê xwe xî, ji kesên dî ragehandin bigrî û ragehandin belav bikî (madde 13). Mafê te ye ku tu çawa bixwazî wisa bifikirî û wisa bawer bikî. Ev jî tê wê maneyê ku mafê te ye ku tu bi kîjan dîn bixwazî bi wî dînî bawer bî, yan jî bawerîyeka te ya dî hebe. Dê û bavê te yan jî kesên ku ji parastina te mesûl in dikarin ji te ra “rehberî” bikin lê nikarin li ser bîr û bawerîyên te biryar bidin! (madde 15)

Li vir çend maddeyên giringtirîn ên peymanê nivîskî hatine şirovekirin. Ji maddeyên 2’an, 3’an, 6’an û 12’an ra prensîbên bingehî yên Peymana mafên zarokan tê gotin. Xeyn ji wan jî madde hene; yek ji wan derheq parastina ji êrîşan e (madde 19), yeka dî derheq parastina ji îşkencê ye (madde 27) û yek jî derheq parastina ji destdirêjîyên bêzagonî ye, mijara ku kesek defterên te yên rojê yên şexsî yan jî nameyên te bixwîne (madde 16). Jimara maddeyên ku di Peymana mafên zarokan da hene 54 in; ji wan maddeyan 41 heb li ser mafên zarokan in û 13 heb jî li ser xebata welatan a derheq peymanê da ne. Eger tu dixwazî zêdetir tişt bixwînî tu dikarî li vê malperê mêze kî: www.unicef.se/barnkonventionen

AGAHÎ! Li vir bişkoj acîl tune jibo ku tu bi lez karibî ji malperê derkevî.

Kontaktên gırıng

SOS Alarm

112

www.sosalarm.se

BRIS

116 111

www.bris.se

Polisen

114 14

www.polisen.se

Rädda barnen

www.rb.se

Ungdomsmottagningen

www.umo.se

Kvinnofridlinjen

020-50 50 50

Tjejjouren

www.tjejjouren.se

Kvinnojouren

www.kvinnojouren.se